Rêza sêdaran li wê meydanê, xêzek nivîs bû, bi xameyeke ji Lozanê di pêçiyên Enqerê de li ser rûpelekî kurdî hatibû nivîsandin. Ew xêz hemû elifên bi dardakirî bûn, weke qendîlên vemirî di hêwana mizgeftekê de piştî nimêja sibê. Hemû zengelokên ku berî kêlîkekê diqêriyan bûn, hemû çavên bi azadiyê kilnebûyî bûn. Di navbera şêx û werîsê sêdara wî de êdî sê gav mabûn, du gav heta sekoyê û gavek heta ser kursiyê di bin werîs de. Di navbera wî û mirinê de sê gav mabûn. Di navbera wî û xwedê de sê gav mabûn. Sê gav dê stûyê wî bigihînin ber sêdarê, ber kenarê şikandina tîbûnê û şikandina hêviyan jî pê re. Şêx ew xêz bi çavên dilê xwe xwendin, dilê xwe yê dihate guvaştin wê katê weke dêwleke av di destê yekî tî de. çavên wî yên ku dixweriyan dîsa bi hêsir bûn. Wî bi hêsirên germ yên ku li ser dêmê wî herikîn, xemên welatekî dinivîsîn.
Kullanıcı Yorumları