Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanek hêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tu kes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr û çiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyê yên dijî wan wek ‘dehla tolazan' tê qalkirin. Perwane û Medya li gundekî cihekî ewle peyda dikin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin ku ew di êvareke bi berf de kuştina wan a li ber çavê gel pêk tîne. Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku ji aliyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun, Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bên tarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokî û siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku rûnandina berhemên wî bi realîteya Kurdistanê ve girêdayî ye.
Kullanıcı Yorumları