Romana A. Pertev Işikê ku bi uslubekî nûjen, wekî bîr-romanê nivîsandiye, bi navê Mirinên Bê Wext (Erken ölümler) ji nav weşanên Astare bi du zimana derket pêşberî xwendevanan. Mirinên Bê Wext ku tirkî û kurdiya wî wekî du pirtûkên cûda hatine çapkirin, ewil romanê nivîskar e. Nivîskar di romana xwe de wekî peyîvdar e. Bi hestên zarokê kurd ku hê di welîdîna xwe de bûye kujerê diya xwe dest bi romana xwe dike û xwendekariya xwe ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi hurgeliyekî baldar lêdikole. Piştî xwendekariyê jî ev car çîroka sê kurê xwe radixîne ber çavan ku kûrekî wî zabitê orduyê ye, kurekî wî humanîstekî dijî şerê çekdarî ye, yê biçûk jî gerîllayekî kurd e. Nivîskar di romana xwe de li labîrentên evîndariyê de gerekî dike û di vê gerê de hestên ciwanekî kurd jî tîne ziman.Mizgîn di bûyîna xwe de dibe sedem û diya wî jiyana xwe winda dike. Dibistana seretayî li cem xaltiya xwe dixwîne. Hê di zarokatiya xwe de dilê wî dikeve Botavê keça xaltiya xwe. Dibistanên navendî û lîseyê li bajêr dixwîne. Di vê navberê de malbata wî bi Botavê re nîşaniya wî çêdike. Mizgîn, ji bo zanîngehê diçe bajarekî mezin. Li vê bajarê xopan jî evîndariya du dilan derdikeve pêşberî wî. Dikeve bin bandora bedewî û famdariya du keçikên ku bi her awayî xwe ve ji hev cûda ne. Mizgînê ku di navbera her du keçikan de diçe tê, taliyê tercîha xwe ji alî Sarayê biaqilê cûhiyan bikartîne. Lê piştî ku bi Sarayê re dizewice û ji malbata xwe dûr dikeve, tiştekî ku qet nayê bîra wî çêdibe: Botav di dilxweşiyekî di navbera herduyan de ducanî maye. Mizgîn vê yekê heta bi derengî jî nizane.Botanê kurê Botav, bavê xwe yê ku zexelî li diya wî kirî ye, efû nake, jê nefret dike. Ji ber vê nefretê, navê xwe yê Botan dike Volkan. Pişt re jî dikeve dibistana leşkerî û dibe zabitekî serkeftî ya orduyê. Kurên Sara Dilxwîn û Baran jî zanîngehên bi serkeftî diqedînin û yek dibe bijişk, yê din jî dibe endezyar. Dilxwîn, her çiqas ji malbatekî maldar û arîstokrat were jî dixwaze deynê bavê xwe yê ku ji kurda re deyînder e, bide. Ji ber vê yekê jî li bajarokekî biçûk ya kurda dest bi bijişkiyê dike. Ew nasnameyê însanan ewqas girîng nabîne. Aştîxwazekî îdealîst e û wekhevî û demokrasiyê diparêze. Baranê ku di dema xwendekariya xwe de bi tevgera kurdî re hevnasîn bûye jî, riya azadiya kurdan di şerê çekdariyê de dibîne.Mizgînê bavê van jî di nav ray û ramanên cûda yê kurên xwe û di nav evînên xwe de bêçare ye.Yazar Hakkında;A. Pertev Işik di sala 1942an de li gundê Axtepe ku girêdayî navçeya çinarê ya li ser Amedê ye ji dayîk bû. Ferdekî malbata Şêx Hesenî Nûranî, nevîyê Şêx Mihemed Canê nivîskarê Leylû Mecnûn e. Kalê wî Şêx Mihemed Can, pirtûka Leylû Mecnûnê teqrîben sed sal berî niha nivîsandiye. Di nav nivîskarên naskirî yên malbatê de, yên wekî Şêx Evdirehmanî Axtepî, Şêx Kerbelayî Axtepî, Şêx Hesîbî Axtepî û Şêx Eskeriyê Axtepiyê berhemdarên edebiyata klasîk a kurdî jî hene.A. Pertev Işik di destpêka dibistana seretayî de li çinarê xwend. Sala dûmahî ya dibistana seretayî û dibistanên navendî û lîseyê jî li Amedê temam kir. Sala ku lîseyê qedand li Zanîngeha Stenbolê dest bi xwendekariya Fakulteya Edebiyatê kir. Xwendekariya wî ya salên zanîngehê salên herî bi tevger ya ciwanan bû. Diviya di sala 1968an de mezûn bibe. Lê ji ber boykot û vegirtinên xwendekaran incax demekî kurt ya beriya kudetaya leşkerî, ango beriya 1971an zanîngehê qedand. Hê di dema xwendekariya zanîngehê de bi Methiye Işik xanimê dixtorê dirana re zewicî. Piştî zanîngehê li Amedê dest bi bazirganiyê kir û li vî bajarî cîhwar bû. Di sala 1980an de demekî kurt li Lîseya Cumhuriyetê mamosteyiya edebiyatê jî kir.Beriya 12 Îlonê di nav tevgerên kurdî de, di hin komeleyên çandî de xebatên wî çêbûn. Piştî 12 Îlonê, di sala 1984an de hat girtin û 52 roj li girtîgeha DALê ya li Ankarayê, bi tevî hevalên xwe îşkenceyên giran dît.
Kullanıcı Yorumları